Arîn & Mem û Zîn
Hemû Lîstik 1
Cuma Boynukara
₺350
Berga yekem a lîstikên berhevkirî yên Cuma Boynukara. Ji bo hezkiriyên şanoyê şahekereke ku naye berdan.
Li Ser “Mem û Zîn”
Tê dîtin ku ev helbestên sedsalan a Ehmedê Xanî, ji alî Cûma Boynûkara ve bi pêwendiyên mirovayetî ku wekî yek şexsekî cîhanê şirove dike û jiyanekî nû diafrîne, hatiye berhevkirin.
Ne tenê ji tasawûra helbestvan re dilsozmayîn, her weha girêdayîna helbestan bi hevdemiya îroyîn re jî bi awayekî esasî hatiye bijartin û bal kişandiye ser xwe. Balkeşiyek din jî ev e ku, hevgirêdana pêvajoyên civakî jî bi awayekî esasî, wekî deriyekî derketinê hatiye dîtin.
Divê, debara vê yekê jî bê eşkerekirin: Pêwîstiyên ku bi jiyanê re hatiye girêdan bi kêf û şahiya însanan û her weha bi xemgîniya wan re heye. Ev yeka di serketina şahî û xemgîniyan de bi awayekî balkêş dixuye û yê ku sahneyê ronî dike jî ev e. Pasîfiya şexsan û ew kesên ku pasîfiya xwe li xwe diyar dikin, terzên wan ê radanê û biryarên wan, her weha di van şexsan de dixuye.
Weysel ONGOREN
Okuyucu Notları (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın!
